Berdevkê PCSyê hat berdan: Bi hinceta PKKyê hatibû girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad û endamê platformê yên ku bi hinceta PKKyê hatibûn girtin, hat berdan.
Polîsan 9ê Tebaxê bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ya li Amedê û malên çend endamên wan de girtibûn.
Di encamê de berdevkê PCSyê Ferîd Azad û 3 endamên platformê hatibûn desteserkirin.
PCSyê 11ê Tebaxê di daxuyaniya xwe de ragihandibû kû Dadgeha Mêrsînê bi hinceta "endamtiya PKK û KCKyê" biryara girtina Ferîd Azad û Behced Çîftçî daye.
Doza ku Azad û Çîftçî tê de dihatin darizandin îro li Mêrsînê hat dîtin.
PCSyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Ferîd Azad û Behced Çîftçî hatine berdan.
Hevalên me #FeridAzad û #BehcedÇiftçi hatin berdan!
— Platforma Ciwanên Serbixwe (@PCSerbixwe) October 4, 2024
04/10/2024#PCSNeBiTeneye pic.twitter.com/Xu5xLU79if