Şaredariya Êlihê li 25 taxên bajêr 25 tenûr çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê li 25 taxên cuda yên bajêr 25 tenûr çêkirin.

Şaredariya Êlihê projeyeke balkêş ji bo xelkê bi cih anî û li 25 taxên cuda 25 tenûr çêkirin ku nanê xwe di wan tendûran de bipêjin.

Şaredariya Êlihê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li 25 taxên cuda yên bajêr 25 tenûr ava kirine.

Şaredariyê her wiha vîdeoyeke wan tenûran jî belav kiriye ku strana “Sira Sibê” ya hunermend Ciwan Haco li ser e.

Di vîdeoyê de jin nan dipêjin û zarokên Êlihê jî diçin bêhna nanê tenûrê û nanê germ ê ji destên dayîkên Êlihê dixwin.

Şaredariyê li ser heman parvekirina xwe her wiha helbestek jî daniye ku tê de behsa zaroktî û nanê tenûrê dike.

Helbesta Şaredariyê daniye wiha ye:

“Dilê min li zarokîtiya min maye

Ew zarokîtiya ku piştî lîstikê li hêviya qetek nanê tenûrê yê germ û limandî disekinî

Çavên min li destên dayikên nanpêj mane

Ew dayikên ku germahiya dilên wan tevlî agir dibû.”

Şaredariya Êlihê piştî derdora 2 serdeman ji rêveberiya qeyûman, di hilbijartinên 31ê Adara îsal de careke din bi rêjeya ji sedî 64,5 ket destê DEM Partiyê û Gulistan Sonuk bû Seroka Şaredariyê.