Li Meletiyê qeza: Zarokê 1,5 salî mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Meletiya Kevin a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de zarokekî canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan doh êvarê li navçeya Meletiya Kevin otomobîlekê li bexçeyê malê li zarokê bi navê Yunus Emre Zeyrekê 1,5 salî da û birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Yunus Emre Zeyrek bir Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiya Kevin.

Lê belê tevî hemû midexaleyan zarokê birîndar canê xwe ji dest da.

Hatiye ragihandin ku şofêrê otomobîlê hatiye desteserkirin.