Balafira ku ji Hewlêrê diçe Tirkiyeyê dereng mabû: Geşt piştî nîvro ye

Hewlêr (Rûdaw) – Balafira ku dê ji Hewlêrê biçûna Tirkiyeyê dereng ma, 170 rêwiyên ku li benda balafirê bûn li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê asê man.

Li gorî plana geştê, divê balafir saet 02:55an ji balafirgehê rabûna lê ev geşt pêk nehat.

Rêwî ji demê ve li balafirgehê li hêviyê ne ku balafira wan rabe.

Rayedarên balafirgehê da zanîn ku dê balafir saet 12:45an rabe.

Li aliyê din, rayedarên Rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê (THY) ji Rûdawê re ragihand ku di GPSa wê balafirê de pirsgirêk çêbûye.

Rayedarên Rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê herwiha destnîşan kir ku dê balafireke din saet 12:00an were Hewlêrê û dê geşt saet 12:45an dest pê bike.

Li Herêmê Kurdistanê du balafirgehên navdewletî hene. Yek ji wan li Hewlêrê, ya din jî li Silêmaniyê ye.

Tirkiyeyê ji 3yê Nîsanê ve “ji ber sedemên ewlehiyê” geştên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê rawestandine.