Lêkolerekî Brîtanî: Esed dixwaze desthilata xwebirêverbirina Kurdan lawaz bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî berpirsên Rêveberiya Xwseser a Rojavayê Kurdistanê bêtirî sê mehan e Tirkiye berdewam bi dronan êrîşî navçeyên wan dike. Nivîskar û lêkolerê Brîtanî Bell Park jî ji Rûdawê re dibêje, Enqere ji van êrîşên bi dronan gelekî sûd werdigire, di heman demê de êrîşên Tirkiyê bi dilê hikûmeta Sûriyê ne ku daxwaza Şamê jî ew e ku Rêveberiya Xweser lawaz bikeve.

Navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) de bi berdewamî ji aliyê Tirkiyê ve dibin armanca êrîşan.

Berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin, sê meh in, êrîşên dronî yên Tirkiyê li ser navçeyên li jêr desthilata wan zêde bûne.

Bell Park, nivîskarê Brîtanî ew sedem ji Rûdawê re ronî kirine ku wiha kiriye, Enqere bêhtir sûdê ji dronan werbigire ji bo bombebarankirina wan navçeyên ku mebesta wê ne.

Bell Park ji Rûdawê re ragihand, “Bi awayekî giştî, bawer dikim hikûmeta Esed ew kar ne gelekî pê xirab e, her çiqasî carê nerazîbûna xwe derdibirre, lê ew jî naxwaze otonomiya Kurdan li Sûriyê bibîne. Rûsya jî, bi taybetî piştî ku rastî wê rewşa li Ukraynayê bûye, çaverê nakim guşara gelek li ser Tirkiyê bike li beramber wan êrîşan. Lewma jî Tirkiye hest dike ku azad e di bikaranîna dronan de, û ez dibînim ew rê jî, pê baştir e ji wê yekê ku bixwaze hêzê li wan navçeyan bicih bike.”

Zêdebûna êrîşên dronanan piştî wê yekê hat ku 1ê Hezîrana 2022yan Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan ragihand, armanca bê ya operasyonên wan ên leşkerî, Til Refet û Minbic e.

Mijareke sereke ya Lûtkeya Tehranê ku roja 19yê Tîrmehê bi beşdariya Recep Teyyip Erdogan, Vladimir Putin û Ibrahîm Reîsî birêve çû, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bû.

Lê Serokkomarê Tirkiyê glopa kesk a hevtayên xwe yên beşdar di lûtkeyê de, bidest nexist.

Waşington jî gelek caran ragihandiye, operasyoneke bi vî awayî, dê di berjewendiya navçeyê de nebe.

Nivîskar û lêkolerê Brîtanî, Bell Park diyar kir, “Hemû aliyan Erdogan agahdar kiriye ku, operasyona serbazî ya nû li ser Rojava yan bila bibêjim Bakurê Rojhilatê Sûriyê neke. Rûsya jî haydarî daye wan. Amerîkiyan ew agahdar kire, Îran ne ligel bû, herwiha Esed jî haydarî dayê, lewma dibe ku tirkiye bi sedema wan haydariyan ji hemû aliyan têgihiştiye ku tevgerên xwe yên leşkerî ragirtibe.”

Tirkiye û grûpên çekdar ên opozsiyona Sûriyê, ji 2016an ve sê operasyonên serbazî li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Bakurê Sûriyê encam dane.

Yekem operasyon, Tebaxa 2016yan bû, bi navê Operasyona Mertala Feratê, li ser Cerablus û Babê li bakurê Sûriyê.

Roja 20ê Çileya 2018yan jî, operasyona li ser Herêma Efrînê bû ku Tirkiyê navê wê kire Çiqlê Zeytûnê.

Sêyem operasyon li ser Girê Spî û Serê Kaniyê bû, bi navê Kaniya Aştiyê û di 09ê Cotmeha 2019an de destpê kir.

Tirkiye PYDê wek baskê PKKê yê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibîne, lewma jî Enqere PYDê weke rêxistineke terorîstî bi nav dike û wê mafê dide xwe ku di çarçoveya şerê li dijî PKKê de, êrîşî PYDê jî bike.

Lê welatên rojavayî dibêjin, ew şerê ku HSDê li dijî DAIŞê kiriye, girîng û bibandor bû û niha jî mijûlî rûbirûbûna şaneyên veşartî yên DAIŞê ye.