Çekdaran pişt li cotkarên Efrînî şikandiye: Bac û hey bac!

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdar li Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ya dagirkirî her roj bacên nû li ser cotkaran ferz dikin.

Bi yatbetî jî bacên giran li ser cotkar û xwediyên guvaştekên zeytûnan tên sepandin.

Çavkaniyeke taybet a ku nexwest navê wê here eşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand ku çekdaran 500 dolar bac li ser xwediyê her guvaştekê ferz kiriye.

Heman çavkaniyê da zanîn ku çekdar ji bo her darzeytûnekê “8 dolar bac” disînin û eger dar bi ber be yan na ev bac tê standin.

Kom û komikên çekdar ji sedî 10ê dahata cotkaran jî li ser navê bacê ji wan distînin.

Grûpa Emşatê berê jî li nehiyeya Şiyê, serê guvaştekê 5000 dolar, serê dikanê 200 dolar û serê malê jî 100 dolar bac ferz kiribû.

“Hemû milkên xelkê dibin”

Mafnas û yasanas Ednan Mûrad ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku çekdaran li hinek deveran dest daniye ser tevahiya milkê xelkê û pê de çû:

"Çekdaran li gundê Zerka û nahiyeya Racoyê -gund di destê grûpa Emşatê de ne- dest daniye ser milk hemûyî.

Milkê xelkê ne, li wir hemû birine. Ne rêjeyek jî tev birine.

Nahiyeya Bilbilê bi awayekî din e. Hemzat û Emşat li wir in. Hemzat bi şêweyekî û Emşat bi şêweyekî din ji xelkê dibin.

Emşat nîvî bi nîvî ye. Ji sedî 50ê milkê xelkê bi wekalet dibin. Kesê ne li wir be tevahiya milkê wî birine."

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.