Li Dirbêsiyê 13 bîrên nû hatin kolan

Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê 13 birên nû yên avê hatin kolan û pirsgirêka avê hat çareserkirin.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, bi rêya 15 bîran av ji bajarê Dirbêsiyê re tê peydakirin.

Ji ber germa havînê û xerckirina ava zêde di demên dawiyê de 7 bîrên herêmê miçiqîbûn û di encamê de av li bajêr kêm bûbû.

Şaredariya Dirbêsiyê li ser pêşniyarên şêniyan 13 bîrên nû yên avê li bajêr kolan.

"Herî kêm divê 12 bîr bixebitin"

Hevserokê Saziya Avê ya Dirbêsiyê Zêdan Nûh ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re got:

“Li bajêr 15 bîr hene. Kapasîteya her bîrekê di saetekê de 60 metre sêgoşe ye.

Herî kêm divê 12 bîr bixebitin da ku av bigihêje şêniyan.

Di vê dawiyê de 5 pompe rawestiyan.

Piştî ku avahîsazî li bajêr zêde bû, xwediyên wê bê serûber torên avê dirêj kirin.

Şênî zêde xerc dikin. Vê jî zehmetiyên şêniyan zêde kirin.”