Kerevîtên Dêrsimê hinardeyî Ewropayê tên kirin
Dêrsim (Rûdaw) – Gundiyên Dêrsimê bi kerevîtên Bendava Kebanê debara xwe dikin.
Kerevîtên ku gundî ji bendavê derdixin hinardeyî bajarên Ewropayê tên kirin.
Sala 1975an di navbera Xarpêt û Dêrsimê de Bendava Kebanê hat avakirin û gelek gundên herêmê di bin avê de man.
Yek ji wan gundên ku di bin avê de ma gundê Xidirozê ye.
Gelek şêniyên gund çûn Ewropa, Stenbol, Xarpêt, Edene û Mêrsînê û hinek jî li herêmê man û ji xwe re gundekî nû ava kir.
Şêniyên gundê Xidirozê yên ku li gund man bendav kir derfet û li gola bendavê dest bi masîgiriyê kir.
Şêniyên gund û xelkê herêmê ji bendavê kerevîtan derdixin.
Li gorî gotina şêniyên herêmê wan di destpêkê de masîgiriya masiyên bendavê dikir lê belê piştre wan hêkên kerevîtan avêtin bendavê.
Piştî mezinbûn û zêdebûna kerevîtan masîgiran dest bi girtina wan jî kir.
“Em kerevîtên ji 10 santîmetreyan kintir nagirin”
Okan Aydin yek ji masîgir e. Aydin wiha behsa kerevîtên bendavê dike:
“Sala 1998an hêkên wan li golê hatin bicihkirin. Ev kerevît piştî 5 salan mezin bûn. Ez nehatim tayînkirin.
Dema ku ez nehatim tayînkirin, min biryar da ku ez vî karî bikim.
Ez bi hevalê xwe re vî karî dikim.
Em serê sibehê bi belema xwe berê xwe didin golê, dema ku em digihên golê torên xwe diavêjin.
Rêbazek ji bo vî karî heye, em kerevîtên ji 10 santîmetreyan kintir nagirin, wan dîsa diavêjin golê.
Em wan dixin qefesan û zindî dihêlin.”
Li gorî Okan Aydin kerevîtên wan li Spartayê û li wir li gorî mezinahiyê tên paqijkirin û ji wir jî wan dişînin Holendayê.
Okan Aydin eşkere kir ku wan di pêvajoya pandemiyê de kerevît dişandin Rûsyayê û ew niha bi Holendayê re dixebitin.
"Bendav ji bo me bû çavkaniya debarê"
Masîgirê bi navê Sertaç Bulut jî eşkere kir ku bendav ji wan re bûye deriyê dahatê û got:
“Em niha ji vê Bendava Kebanê sûdê werdigirin.
Em ji masî û kerevîtan sûdê werdigirin.
Li gund gelek kes masiyan digirin lê min nedigirt. Min teklîfa Okan qebûl kir.
Em niha diçin kerevîtan digirin, êvaran jî diçin masiyan digirin.“