Li Mereşê qeza: 10 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Afşînê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê di qezayekê de 10 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li ser rêya Afşîn û Sarizê traktorekê û minîbusekê li hev xist.

Di vê qezayê de bi tevahî 10 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Afşînê.