Rêxistina Parastina Jîngehê ya Îranê: Budce bo vejandina Gola Zirêbar hatiye veqetandin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Rêxistina Parastina Jîngehê ya Îranê dibêje, budceya pêwîst bo vejandin û parastina Gola Zirêbar hatiye veqetandin. Çalakvenên jîngehdost ên Merîwan jî rexne li wê saziyê digrin ku çendîn sal e tenê soz dide û budceyê ji Gola Zirêbar re venaqetîne.

Cîgirê Rêxistina Parastina Jîngehê Bo Karûbarên Gol û Çeman Mucteba Zolcewdî roja Şemiyê 3ê Îlona 2022ê serdana Merîwan kir û got: “Plan hatiye danîn daku pirsgirêkên ekosîstema Gola Zirêbar nehêlin an kêm bikin, herwiha nehêlin gol ji nav biçe û ava kanalîzasyonan biçe nav.

Ev di demekê de çalakvanên jîngehdost ên Merîwan dibêjin, butçe bo pirsgirêkên Gola Zirêbar nayê veqetandin. Herwiha amaje bi wê yekê didin ku eger butçe bê veqetandin, kontrolkirina agiran bileztir dibe, lêkolînên li ser golê zêdetir dibin û rêgirtin li pîsbûn û têkdana jîngeha golê jî baştir dibe.

Di sê rojên borî de du caran agir bi qamîşên nav Gola Zirêbar ket û li gor rapora Rêxistina Parastina Jîngehê ya Parêzgeha Sinê, 56 hektar qamîş û zeviya kiştûkalî şewitî ne. Hezar û 200 hektar cihê bi qamîş ê Gola Zirêbar heye, di nav wan qamîşan de hêlînên bi dehan corên teyrikan hene û herwiha gelek ajelên din jî di nav de dijîn.

Ji ber hişkesalî, çandiniya derdora golê, kêmbûna çavkaniyên avê, şewitîna qamîşan û li gor Encûmena Kesk a Çiyayê Merîwan, xirab birêvebirina karûbarn ji aliyê saziyên peywendîdar ve, metirsiya jinavçûnê li ser Gola Zirêbar heye. Herwiha ava kanalîsazyonê ya hinek tax û gundên nêzîkê Gola Zirêbar û hi nek cihên geştyarî jî bûne metirsî bo ser gola navborî.

Serokê Berê yê Rêxistina Parastina Jîngehê ya Îranê Îsa Kelanterî sala 2018an serdana Merîwan kir û soz da 2 milyar timen bo başkirina kanalîzasyonê veqetînin, lê li gor Rêveberê Parastina Jîngehê ya Parêzgeha Sine, heta niha ew pere nehatine dabînkirin.