Li navçeyeke Silêmaniyê pevçûna çekdarî: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Îşev çekdarekî li navçeya Qeredax a Silêmaniyê gulle berdane polîsan û hêzên din ên ewlekariyê û hejmarek kes ji wan birîndar kirine. Li gor hin agahiyên destpêkê 8 kes birîndar bûne.

Li gor zanyariyên destpêkê, guman heye kesê teqe kiriye çekdarekî DAIŞê be. Tê gotin, kesê teqe kiriye motorsîklêtek pê re ye û wî çekdarî çend narincok jî avêtine hêzên ewlekariyê.

Çavkaniyekî ji Tendirustiya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand, tîmên wan ji Qeredaxê ve 4 birîndar veguhastine nexweşxaneyê, û bi otomobîleke sivîl jî du birîndarên din rakirine nexweşxaneyan.

Herwiha çavkaniyekî ji navçeya Qeredaxê ji Rûdawê re diyar kir, ew kesê çekdar di pevçûneke ligel hêzên emnî de hatiye kuştin.

Şahidekî bûyerê li Qeredaxê ji Rûdawê re got, “ya min bi çavê xwe dît ew bû ku narincok bi wî kesî re hebû û rûbirûyê hêzên emnî dibû.”

Wî got, “di dema revîna ji dest polîs de teqe dikir û gulleyek jî li nêzîk min ket.”

Asayişa Silêmaniyê derbarê bûeyrê de daxuyanî da

Berdevkê Asayişa Silêmaniyê, Yasîn Ebdulsemîh derbarê bûyera li navçeya Qeredaxê ragihand, “êvara îro li Qeredaxê hêzên Asayişê dema hewl dan motorsîkletekê ku kesê li ser, ser û çavên xwe nixumandibû, rawestînin daku lêkolînê pê re bikin, ew kes rûbirûyê hêzên Asayişê bû û paşê reviya û li taxeke navçeya Qeredaxê di malekê de xwe veşart.”

Berdevkê Asayişa Silêmaniyê herwiha got, “hêzên Asayişê û polîs gelek hewl dan ku wî kesî bi saxî bigrin, lê wî kesî xwe radest nekir û kesê terorîst ji aliyê hêzan ve hat kuştin.”

Asayişê herwiha diyar kir, “kesê terorîst çar narincok jî avêtine nav hêzên polîs û hevem çend narincok, demançeyek û gelek fîşekên 9mm pê re bûne.”

Asayişa Silêmaniyê destnîşan kir, ew dê piştî lêkolînan nasnameya wî kesî û sedema bûyerê aşkere bikin.