Tirkiyê canjidestdana fermandarekî YBŞ li Şingalê ragihand

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, berpirsekî pilebilind ê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê ve di operasyonekê saziya istixbarata netewî ya wî welatî (MÎT) de li Şingalê canê xwe ji dest daye. YBŞ û PKKê derbarê mijarê de tiştek negotiye.

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê li ser zarê çavkaniyê serbazî ragihandiye, MÎTê li navçeya Şingalê ku niha di kontrola hevbeş a hêzên Iraqî yên wek Heşda Şeibî û herwiha hêzên ser bi PKKê yên wek YBŞê de ye, operasyonek pêk aniye û di operasyonê de berpirsekî payebilind ê PKKê yê bi navê “Bedirhan Abi” û nasnasê “Darav Gevda” canê xwe ji dest daye.

Medyaya fermî ya Tirkiyê nedya xuyakirin, ku operasyon kengê û bi çi awayî hatiye lidarxistin û li ser wê çendê behsa ti hûrgiliyan nekiriye.

Hatiye ragihandin ku Bedirhan Abi di sala 2011an de tevli refên PKKê bûye û li Şirnex û Geverê di nava refên PKKê de çalakî kirine.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Abi herî dawî li Şingalê fermandarê tugayeke YBŞê bûye.

PKKê û YBŞê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane û kuştina Bedirhan Abi piştrast nekirine.

Li Şingalê herî dawî di 29ê Tebaxa 2022 de droneke Tirkiyê wesayîtek kiribû armanc û di encam de 4 kesên tê de canê xwe ji dest dabûn.