Kirêya xaniyan li Rojhilatê Kurdistanê %150 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku ji par ve Hikûmeta Îranê projeyasayek pesend kiriye ku rê nede kirêya xaniyan salane %20 zêdetir giran bibe jî lê ajansa ser bi heman hikûmetê di raporekê de dibêje, kirêya xaniyan %150 giran bûye.

Di rapora rojnameya Abûriya Îranê de hatiye ku her malbateke ku bikaribee li Rojhilatê Kurdistanê bibe xwediyê xaniyê xwe, 15 heya 32 salan divê kar bike.

Li parêzgeha Îlamê rewş ya herî baş e ku 15 sal pê diçe heta malbatek bikaribe bibe xwediyê xaniyê xwe. Li Parêzgeha Loristanê 20 sal, li Parêzgeha Urmiyê 25 sal, li parêzgeha Sineyê 27 sal û li parêzgeha Kirmaşanê 32 sal pêdiçe heya ku malbatek bikare bibe xwediyê xaniyê xwe.

Xwediyê Ofîsa Xaniyan Ismet Elîpûr ji Urmiyê beşdarî bultena Rûdawê bû û got, “Hîç qanûneke sabit bo kirêya xaniyan nîne lê heta %100-%150 giran bûye.Dewletê qanûneke medenî dana lewma diyarkirina nirxan kete destê xwediyê xaniyan.”

Ismet Elîpûr her wiha anî ziman, “Xelk hemû çû derveyî bajêr, vê jî wisa lê kir ku kirêyên xaniyên derveyî bajêr jî girantir bibin.”

Yek ji kêşeyên Îranê xanî û cihên nîştecîbûnê ne ku dirûşmeke serekî ya kabîneya Îbrahîm Reîsî bû her sal yek milyon xaniyan ava bike lê salek derbas bû û ti nîşanek ji wê dirûşmê nebûye kiryar.

Hinek pispor dibêjin ew dirûşma Îbrahîm Reîsî bûye sedema nirxê xaniyan.