Berpirsên Qamişlo: Ji ber rewşa aborî em nikarin qedexeyê rabigihînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, hijmara pêketiyên Coronayê gihiştiye zêdetirî 600 kesî. Herçiqas hijmar zêde bilind nebûye, lê tomarkirina 40 kesên canjidestdayî dilgiranî li ba xelkê zêdetir kiriye.

Li bajarên Rêveberiya Xweser ku heta niha rêkarên tendirustî tund in, xelk kêm ji rewşê dilgiranin.

Bi taybetî hinek ku agahdarî zêdebûna hijmara pêketîbûnê û rewşên canjidestdanê ne jiber Coronayê li Başûrê Kurdistanê ne.

Beşekî xelkê hê jî mijar bi ciddî wernegirtine. Lê beşekî din ê xelkê daxwazê dikin desthilatdarên Qamişlo rêkarên tund werbigirin.

Xelk behsa wê yekê jî dikin ku Qamişlo deriyê wê vekiriye di rûyê wan kesên ji derve tên, yan li Başûrê Kurdistanê û tenê ku ji Şamê jî tên nav bajar bêyî ku pişkinîn bo wan bê kirin yan kerentîn bibin.

Piştî ku virusa Coronayê li navçeyê belav bû, Rûveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê hemû deriyên sînorî girtin. Deriyên Rêveberiya Xweser ev in:

Ewn Dadat li bakurê Minbicê ku navçeyên Rêveberiya Xweser bi navçeya Mertala Firatê ve girêdide. Herdû deriyên Tayhe-Tebqe li rojavayê Reqayê ku navçeyên Rêveberiya Xweser bi navçeyên hikûmetê ve girêdide.

Sêmalka li rojhilatê Dêrikê ku Rojavayê Kurdistanê bi Başûrê Kurdistanê ve girêdide.

Til Koçer li rojhilatê Hesekê ku Rojavayê Kurdistanê bi Başûrê Kurdistanê ve girêdide.

Roja 22.3.2020 hemû deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser bi biryara Encûmena Cîbicîkar hatin girtin.

Roja 19.5.2020 herdû  Deriyên Tayhe û Tebqe bo asankirina çûn û hatina xwendekar û nexweşan vebûn.

Roja 13.7.2020 hemû deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna Coronayê hatin girtin.

Berpirsên vî bajarî jî tirsa wan heye ku qedexeya çûn û hatinê û rêkarên tund xerabiyê li ser aboriyê bi giştî û rewşa darayî ya xelkê navçeyê çêbike.

Ji xeynî vê yekê jî, firokexaney Qamişlo niha li jêr desthilata hikûmeta Sûriyê ye û hikûmet jî ti rêkareke tendirustî li vê firokexaneyê wernegirtiye.