Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bazara kirîna xaniyan kêm bûye, lê daxwaz li ser kirêkirina xaniyan zêde bûye.
Bazara avakirin, kirîn û firotina xanûberan li Rojavayê Kurdistanê, lawaz û kêm bûye. Hevdem kirêya xaniyan bûye kêşeyeke mezin ji xelkê re, ku ew jî bilind û buha bûye. Lê ji ber buhabûna kirîna xaniyan, daxwaz li ser kirêkirinê bêhtir e.
Gelek welatî gazinê ji nirxên xaniyan dikin ku gelek buha bûne. Lê gelek xelk daxwaza xaniyên kirê dikin û buhayê kirêyan jî ji taxekê heta taxeke din cuda ye.
Hinek welatî sedema bilindbûna kirêya xaniyan vedigerînin zêdebûna hatina koçberan ji navçeyên din ên Sûriyê ve bo Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ku navçeyeke aram e.
Derbarê vê mijarê de Berpirsê Yekîtiya Nivisingehên Kirîn û Firotina Xaniyan Ehmed Ebdulmecîd Xelef ji Rûdawê re diyar kir ku sedemên vê rewşê gelek in, yek ji wan Jî, hatina koçberên navçeyên din ji Sûriyê, ku li Cizîrê bicih bûne, yek sedem jî Cizîr aramtirîn navçe ye li vî welatî.
Hinek ji koçberan xwedî rewşeke darayî ya baş in, êdî kirê ji bo wan arzan e, lê ji bo xelkên resen ên deverê giran e.
Xaniyan Ehmed Ebdulmecîd Xelef dide zanîn ku kirêya xaniyan, ji deverekê heta deverekê cuda ye û weke mînak li derveyî Qamişlo, kirêya mehekê, di navbera 10-20 hezar lîreyên sûrî de ye, ango 20 heta 40 dolarî, lê li Taxa Xerbî ji 30 hezar lîreyên sûrî heta 50 hezar lîreyan tê kirêkirin, ango 65 heta 110 dolaran. Herwiha li Taxa Wista ku piraniya nişteciyên wê xiristiyan in, kirê buhatir e.
Bi gotina berpirsî Yekîtiya Nivîsgehên Kirîn û Firotina Xaniyan, rêxistinan jî xanî bi bihayê giran kirê kirine, ew jî di navbera 700 heta 2 hezar dolarî tê texmînkirin. Lê ji bo nişteciyên deverê ev kirê gelekî giran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse