VÎDEOGRAFÎK – Navbeynkarî di navbera partiyên Kurdistanî de

Hewlêr (Rûdaw) – Nakokî û cudabûn herdem beşek ji sirûştê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bûye, ku hin caran zimanê zivir û gotarên tund ên medyayên partiyan bûne sedema şerê navxwe.

 

Piştî raperîna sala 1991 li Başûrê Kurdistanê, îstiqrar û ewlehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Amerîka û welatên dost re giring bû. Di şerê 4 salî yê navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) de hejmarek welatên cîhanî bo bidawîkirina şer hewla navbeynkariyê dan, ku di encam de Amerîkayê di sala 1998an de kete navbeynkariyê û şerê bi dawî hat û rêkevtina Washingtonê hat îmzakirin.

 

Herwiha di salên 1960 de YNK ji PDKê cuda bû û alozî di navbera her du aliyan de derket.

 

Piştre di nav YNKê bi xwe de jî cudabûn çê bû, ku mezintirînê wan cudabûnan, veqetiyana sala 2009 a bi serkirdatiya Newşîrwan Mistefa û avabûna Tevgera Gorranê bû.

 

Îranê di wê demê de gelek hewl da, ku navbeynkariyê di navbera her du baskan de bike, lê hewlên Îranê srnekevtin.

 

Di 1ê Îlona 2016an de baskê her du cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê bi daxuyaniyekê Navenda Biryardana YNKê îlan kirin û bi wê yekê nakokiyên nav YNKê kûrtir bûn û aliyê din ên YNKê ku piraniya polîtboruyê pê re ye, bertekên tund li hember wê daxuyaniyê û ragihandina Navenda Biryardanê li xwe nîşan da.

 

Di vê vîdyofrafîkê de, pêşkêşvanê Rûdawê Şaho Emîn behsa cudabûnên nav partiyan û hewlên navbeynkariyê di navbera wan de dike.