Li Dîlokê qeza: 2 mirî û 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Tîlbaşarê ya parêzgeha  Dîloka Bakurê Kurdistanê traktor û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li navçeya Tîlbaşarê îro otomobîl û traktorek li hev qelibîn û piştî bûyerê şofêrê traktorê ji bo alîkariyê daket ser rê lê otomobîleke din li wî da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.

Midexaleya destpêkê li cihê bûyerê hat kirin.

Lê şofêrê traktorê û kesekî din li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

3 kesên din jî birîndar bûn.

Tîmên tebduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Tîlbaşarê.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.