Li Amedê kesek di mala xwe de mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanyê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesek di mala xwe de mirî hat dîtin.

Li Taxa Mevlana Halîdê di qata duyem a avhiyekê de cîranên ku nedigihiştin O.B. yê 46 salî tîmên hawarçûnê ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê polês û tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîm di pencereyê re derbasî nav malê bûn û wan ku O.B. canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê ji bo otopsiyê cenazeyê O.B. bir Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Amedê.

Derbarê sedema mirinê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.