Karkerên derxistina kevirên Xelatê di bin germahiya havînê de dixebitin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê karker û hostayên kevirên Xelatê, li quntarên Çiyayê Nemrûdê di bin germa havînê de dixebitin.

Tehtên volkanîk bi bizmar, mîrkut, niqil û çilmêreyan parçe dikin û wan di karên avahîsazî, nexşeya hunerî, kêlên goran, kaniyên avê, argûn û minareyên mizgeftan de bi kar tînin.

“Em rojane 30-40 kevirî derdixin”

Karker Seyfettin Nacaroglu li ser karê ku dikin got:

“Em sibehê piştî taşteyê tên kana keviran. Paqijiya xwe dikin û dest bi kar dikin. Em rojane 30-40 kevirî derdixin.

Piştre em parçeyên mezin derdixin, dişînin kargehê û li wê derê dibirin. Debara me li ser vê derê ye.”

Karker di bin germahiya zêde de jî bê rawestan dixebitin û karê xwe dikin.

Karker Seyfettin Nacaroglu anî ziman, “Tevî germahiya zêde em bi hemû hêza xwe dixebitin û keviran ji kargehê re dişînin. Spas ji Xwedê re baş e.”

Zivistanan malan germ û havînan hênik dihêle

Kevirên Xelatê yên ku tenê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê tên derxistin, bi taybetmendiya xwe ya ku zivistanan malan germ û havînan hênik dihêlin têne naskirin.

Kevirên Xelatê piranî di dekorasyonên malan, minareyên mizgeftan, avakirina kaniyan û kêlên goristanan de têne bikaranîn.

Kevirên Xelatê sala 2022an di Lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCOyê de bi nîşaneya ku "divê demildest bên parastin" hatin qebûlkirin.