Li Semsûrê 2 malbat bi hev ketin: 5 kes birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di şerê du malbatan de 5 kes birîndar bûn.

Li taxa Turgut Reîsê ya Semsûrê di navbera 2 malbatan da ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Her du aliyan bi dar û keviran êrişî hev kir û di encama bûyerê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

5 birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê hatin birin.

Polîsan li ser bûyerê dest bi lêkolînê kir.