Li Rihayê otomobîl ji paş ve li barhilgirê ket: 2 mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê otomobîlê ji paş ve li barhilgirê xist û 2 kes mirin.

Di kîlometreya 3yemîn a rêya Riha-Kaniya Xezalan de otomobîla ku Emrah Keklîk (22) diajot û plaqeya wê 07 NZ 501 e, ji paş ve li barghilgira ku H.Y. diajot û plaqeya wê 63 K 7791 e, xist.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, polîs, îtfaiye û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê

Piştî xebata ekîbên îtfaiyeyê otomobîl ji bin barhilgirê hat derxistin.

Şofêr û Yunus Emre Ataşlarê (22) ku di otomobîlê de asê mabû canê xwe ji dest da.