Agir bi Bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket

Hewlêr (Rûdaw) – Îro bi şev agir bi Bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket, ku ev bazar dikeve navenda paytext. Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ku heta niha jî nehatiye kontrolkirin.

 

Li gorî şahidekî îşev demjimêr 21.30ê ji ber şorta elektrîkê agir di dukanekî Bazara Qeyserî de derketiye û demildest tîmên Berevaniya Şaristnî gihiştine cihê bûyerê.

 

Peyamnêrê Rûdawê Siyamend Kerîm da zanîn, ku niha jî agir berdewam e û tîmên Berevaniya Şaristanî û polîs hewl didin hemwelatiyan li cihê agir dûr bixin.

 

Bi gotina peyamnêrê me li dukanekî cilûbergên zarokan agir derketiye, ku li wê pazajê re dibên Bazara Sêbiran û heta niha jî agir nehatiye kontrolkirin.

 

Dukandarekî da zanîn, ku li vî bazarî nêzîkî 300 dukan hene û piranî kelûpelên werzîşî û cilên zarokan têde heye.