Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan hat binçavkirin

Riha (Rûdaw) - Beriya meşa "Piştgiriya ji bo Rojava" ya BDP û KCD'ê ya li Serêkaniya ser xetê, li navenda Riha û tevî Serêkaniyê hemû navçeyên wê gelek kes hatin girtin. Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan jî li Xelfetiyê hat binçavkirin.

Li gor DÎHAyê, beriya meşa saet 17.00an, li ser rêya ji Rihayê diçe Serêkaniyê polîsan bend danîn ser qada 30 km dûrî navçeyê û rê girtin. Wesaîtên rêveberên BDP'ê yên Riha û navçeyên wê jî li heman qadê tên rawestandin û bi hinceta "ewraq kêm in" nahêlin derbas bibin.

Di vê navberê de, li navçeya Xelfetiyê jî welatiyên ji navçeyê derketin li nuqteya polîsan a li derketina navçeyê hatin rawestandin. Li vê nuqteyê, di encama lêgerînan de birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û welatiyekî bi navê Sînan Karakûrt hatin binçavkirin. Ocalan û Karakûrt birin Muduriyeta Emniyetê ya Xelfetiyê û tê payîn di saetên pêş de derkevin pêşberî dozgeriyê.

Herwiha welatiyên ji Hilwan û Sêweregê ketin rê jî li derketina navçeyê li du nuqteyên kontrolê hatin rawestandin û yek bi yek tên kontrolkirin. Hat ragihandin ku polîsan li gel lêgerînan ceza li gelek wesayîtan nivîsandine.