QERS - Polîs da nav keriyê pez: Şivan mir, 6 serî pez mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê polîsekî bi otomobîlê li şivanekî û keriyê pez da, şivan mir û 6 mih jî mirar bûn.

Îro berê sibehê polîsê bi navê M.A. li şivanê 68 salî Halîs Kaya û pezê wî xist.

Halîs Kaya bi giranî birîndar bû û 6 mî jî mirar bûn.

Tîmên tenduristiyê şivanê birîndar veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kafkasê lê wî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Kêliyên dema bûyerê ji aliyê kameraya çavdêriyê ve hatin qeydkirin.

Li gorî ku di dîmenan de diyar dibe, polîsê ku destpêkê li pez û piştre jî li Halîs Kaya dixe ji cihê bûyerê direve.

Polîsê ku reviya paşê hat desteserkirin.