Li Wanê bi hinceta PKKê 32 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, meha Hezîrana 2023an bi “hinceta PKKê” 32 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê ragihand ku di navbera 1-30ê Hezîranê de bi armanca rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê operasyon hatine kirin.

Li parêzgeha Wanê meha Hezîranê di operasyonên cuda de bi hinceta “alîkariya PKKê” 32 kes hatin desteserkirin. Derbarê kesên hatin desteserkirin de karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî gelek caran bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.