Hêzên Iraqê li Kerkûkê avêtin ser malên Kurdan

Kerkûk (Rûdaw) - Hêzeke serbazî ya Iraqê bi alavên serbazî avêtin ser malên Kurdan li taxa Erefe ya bajarê Kerkûkê, û gefa herifandina xaniyan bi ser xwediyên wan de kirin.

 

Jineke Kurd dibêje, dema ku wan hewlên xwe dane, ku rê li ber hêzên Iraqê bigrin, wan hêzan bi tundî bersiva wan dane.

 

Kurdên taxa Erefe dibêjin, desthilatdariya ku niha li Kerkûkê heye, bi zanebûn proseya guhertina demografiya bajêr û erebandinê encam dide. Rûniştvanên vê taxê dibêjin, hikûmeta Iraqê û rêveberiya niha ya Kerkûkê dixwazin ku Kurdan li wê parêzgehê bikin kemîne û erebên navend û başûrê Iraqê li cihê wan deynin.

 

Welatiyekî Taxa Erefe dibêje, “hêzên Iraqê avêtin ser malên me û gef li me xwarin, boldozer anîn daku malên me birûxînin, lê me rê li wan girt û me nehîşt.”

 

Zeviyên Taxa Erefe ya Kerkûkê bi fermî mulkê Kompaniya Petrola Bakur a ser bi hikûmeta Iraqê ve ye û piraniya nîştecihên wê taxê karmend û karkerên heman kompaniyê ne, lê piştî 2003 û nemana rejîma Beis, 285 malbatên Kurd li vê taxê bicih bûne û ji xwe re mal ava kirine.

 

Nîştecihên Kurd ên taxa Erefe ya Kerkûkê dibêje, ew bi tememî ji vê rewşa niha bêzar bûne û tekez dikin, eger mal û avahî jî bi ser wan de bihêne rûxandin, ew bi hêsanî wê taxê vaal nakin, an jî divê ew bêne qerebûkirin.