Li Sêrtê agir bi baxçeyên fisteq û tirî ket

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Hawêl a Sêrta Bakurê Kurdistanê di baxçeyên fisteq û tiriyan de şewat derket, xisar çêbû.

 

Li gor agahiyan li bajaroka Atabagiya li ser hawşlê ji ber sedemeke hêj nediyar e di baxçeyên fisteq û tiriyan de şewat derket.

 

Di demeke kurt de ji ber ba rabû şewat mezin bû û belav bû.

 

Tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û şewat vemirandin.

 

Serokê Şaredarê Atabagiyê Tayyar Lale daxuyand di baxçeyên fisteq û tiriyan ên 4 malbatan de xisar çêbûye.