Li Mêrdînê biserdegirtinên malan: Gelek ciwan hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsan îro li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bi ser gelek malan de girt, li jineke ducanî xist û gelek ciwan desteser kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan li navenda Mêrdînê û li navçeya Qoserê bi ser gelek malan de girtiye û gelek ciwan desteser kirine.

Polîsan li Taxa Saraçogluyê ya Mêrdînê bi ser mala Ramazan Kalkan de girtiye û li endamên malbatê xistiye.

MAyê da zanîn ku polîsan dema biserdegirtina vê malê li Emîne Kalkanê jî xistiye ku ducanî ye.

Li hêla din, endamên wê malbatê li Nexweşxnaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê rapor wergirtine û raporên wan piştrast dikin ku polîsan li wan daye.