Li Amedê 100 kîlo esrar hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê li kargehekê di nav 9 valêzan de 100 kîlo esrar hat girtin.

Li Taxa Medyayê ya navçeya Peyasê li ser îxbara ku ji wesayîteke bi guman valêzan dibin dikanekê, polîs bo cihên bûyerê hatin şandin.

Kesê bi navê F.B. yê 23 salî dema ku polîsan dît, ji dikanê reviya lê piştî demekê ji aliyê polîsan ve girtin.

Di lêgerîna ku li kargehê hat kirin de di 9 valêzan de nêzî 100 kîlo esrar hat dîtin.

Lêpirsina gumanbarê ku hat desteserkirin li bBirêveberiya Ewlehiyê berdewam de.