Muharrem Înce bo Rûdawê: Min negot 'Kurdî ji bo pedagojîyê ne guncaw e'

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ragihand ku wî negotiye zimanê Kurdî ji bo pedagojîyê ne guncaw e.

Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce par di heyama hilbijartinên dersên bijarte de di dema beşdariya xwe ya di bernameya televîzyoneke tirkî de behsa daxwazên perwerdehiya bi zimanê Kurdî kiribû û gotibû: “Eger li gel pedagojiyê bigunce, bizanin li gor dewleta unîter e jî digunce. Lê ev yek ne li gor pedagojiyê ye. Eger em bêjin, Fizîk, Bîrkariyê bi Kurdî vebêjin, tê wê wateyê em bêjin `ey keç û xortê Kurd, bibe pizîşk lê li Îzmîrê kar neke, li Colemêrgê bimîne.”

Muharrem Înce îro Şemiyê 4ê Hezîrana 2022yan li Amedê bi endamên çapemeniyê re hat cem hev.

Înce di civîna ku li otelekê hatî lidarxistin de pirsên rojnamegeran bersivand. Peyamnêrê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akincî jî beşdarî civînê bû û pirsek ji Înce kir.

Li ser pirsa peyamnêrê me ya “Di dema nîqaşên li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî yên Kurdî de we gotina ‘Kurdî ji bo pedagojiyê ne guncaw e’ da. Gelek kesan tu rexne kirin. Mebesta te li wir çi bû, te li ser çi bingehî got ku Kurdî ji bo pedagojiyê ne guncaw e? Tu hêj li pişt daxuyaniya ku te wê rojê daye disekînî?” Înce wiha bersiv da: “Min tiştekî wiha negot. Li gel ku min 50 caran gotiye min tiştekî wiha negot jî, hin dezgehên ragihandinê li ser vê yekê israr kirin. Paşê min got, 'dîsa guhdarî gotina min bikin'. Ev ne gotina min e. Her çiqas min gelek caran daxuyanî dabe jî, mixabin rewşa medyayê wiha ye.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Înce got: “Ez dibêjim: Em dê zarokên xwe fêrî 3 zimanan bikin. Zimanê ku dayîka wan di malê de diaxivî. Eger Kurdî be Kurdî, eger laz be laz. Duyem em dê fêrî zimanê xwe yê fermî Tirkî bikin. Sêyem em dê zimanekî navneteweyî hîn bikin. Min got ku pisporên pedagojiyê çi dibêjin. Min got ku kîjan ji bo zarokan baştir e. Ez bi wijdana mamostiya xwe dibêjim.”

Di perwerdehiyê de argumana sereke ev e: Ya ku di berjewendiya zarokan de ye. Di 7-8 saliya xwe de ji zarokekî re bi zimanê ku ji dayika xwe fêr bûye, behsa matematîkê bike, di paşerojê de baştir e yan jî bi zimanê sereke behs bikî baştir e. Min got ne siyasetmedar, lê divê pedagog, perwerdekarên ziman, biaxivin. Ev gotina min e.”