Tirkiyê 2 gundên Berwarî Bala bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê du gundên Berwarî Bala ya ser bi parêzgeha Duhok a Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Êvara duh topxaneyên Tirkiyê derdora gundê Ravîna topbaran kirin û şevê din jî helîkopterên Tirkiyê gundê Çelkê ya Musilmanan bombebaran kirin.

Mixtarê gundê Ravîna ji Rdûawê re diyar kir, 3 roj in ku derdora gundê wan tê topbarankirin.

Mixtar her wiha destnîşan kir ku êvara bihurî 12 top li derdora gundê wan ketine.

Rûniştvanê gundê Çelkê, Elî Çelkî jî ji Rûdawê re ragihand, di saet 9ê şevê helîkopterên Tirkiyê gundê Çelkê ya Musilmanan bombebaran kir.

Elî Çelkî diyar kir, Çelkêya Kevin hatiye valakirin û xelkê wê li Çelkêya Nû bi cih bûne û ew nikarin biçin nav rez û baxên xwe.

Ew 2 gundên hatine bordûmankirin, ser bi nahyeya Kanî Masê ya navçeya Amêdiyê ne.