Li Rihayê otomobîl wergeriya: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê di yekem roja cejna Remezanê de, otomobîlek ji kontrola şofêr derket û wergeriya, di encam de ji malbatekê 5 kes birîndar bûn.

 

Bûyer îro danê nîvro li Taxa Taşlica ya bajarê Rihayê qewimî. Li gor zanyariyan, otomobîla bi şofêrtiya Ferhat Yeter ji kontrolê derket û wergeriya.

 

Di bûyerê de şofêr û xizmên wî yên di nav otomobîlê de Mecnûn, Haticem Aslihan û Serhat Yeter birîndar bûn.

 

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tendirûstiyê gehiştin cihê bûyerê û nexweş bi ambûlansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.