Kosret Resûl: Hêvîdarim hemû alî destê biratiyê dirêjî hev bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê cejna Remezanê li misilmanan pîroz kir û hêvî jî xwest ku tevahiya aliyan rikeberiyên xwe bidin aliyekî.

 

Kosret Resûl Elî bi boneya cejna Remezanê peyamek belav kir û têde ragihand ku di vê cejna pîroz de ku “cejna aştî, tebayî û qebûlkirina hevdû ye”, ew hêvîdar dike “tevahiya aliyan bi berpirsyariyeke niştimanî, destê aştî, tebayî û yekrêziyê dirêjî hev bikin û rikeberiya di navbera xwe de bidin aliyekî û dawiyê li aloziyan bînin.”

 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê di beşekî din a peyama xwe de dibêje, “divê hemû alî bi hev re pêngavan bavêjin û destê biratî û yekrêziyê dirêjî hev bikin.”

 

Kosret Resûl tekez dike, “divê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, yên Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî weke tîmekê bi hev re çareser bikin.”