Li Mûşê şer: 5 cerdevan birîndar bûn

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku li çoltera gundê Saglikê ya Mûşê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlekariya Tirkiyê de şer û pevçûn derket û di encamê de 5 cerdevan birîndar bûn.


Hêzên ewlekariya Tirkiyê duh êvarî li herêma gundê Saglikê ya Mûşê operasyon dabû destpêkirin. Di dema operasyonê şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlekariya Tirkiyê ve derket.


Di encamp şer û pevçûnên derketî de 5 cerdevan birîndar bûne. Cerdevanên birîndar ji bo dermankirinê bi ambulansan birine Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.


Hat zanîn rewşa cerdevanên birîndar baş e û li herêmê operasyoneke berfireh ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê li herêmê berdewam e.


Parêzgariya Mûşê Mûşê duh li herêma navborî ji ber operasyonan qedexeya derketina derve ragihandibû.