Komkujiya Dêrsimê hat bibîranîn: ‘Ew şehîdên me ne!’
Hewlêr (Rûdaw) - Di ser Komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû dayîn 87 sal derbas bûn.
Di wê komkujiya mezin de bi deh hezaran Kurd bi destê leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin.
Di salvegera destpêkirina komkujiyê de li Golê Xizir bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê û beşdariya hevseroka DEM Partiyê û rêxistinên civaka sivîl qurbanî hatin bibîranîn.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got:
“Me ti carî Komkujiya Dêrsimê ji bîr nekiriye û em nadin jîbîrkirin. Çima em nadin jibîrkirin?
Ji bo ku komujiyên nû neyên kirin me nexwest em bidin jibîrkirin.
Ji bo ku êş li ser êşan zêde nebin me nexwest bidin jibîrkirin.
Mixabin ji roja ku ev welat hatiye damezrandin, îdeolojiya yekparêz, nijadperest û fermî piştî wê jî gelek komkujî li dijî Elewiyan li ser vê axê pêk anîn.”
Kurdên Elewî wê demê li Dêrsimê bi pêşengiya Seyîd Riza dest bi şoreş û serhildanê kiribû.
Civata Wezîran a Tirkiyeyê li parlamentoya wî welatî li ser serhildanê civiya û biryara operasyoneke leşkerî li dijî Dêrsimê derxist ku wekî yekemîn belgeya fermî ya derbarê Komkujiya Dêrsimê de tê dîtin.
Ji ber wê yekê jî roja 4ê Gulanê wekî roja bibîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatiye diyarkirin û ew roj birîneke kûr e di dilê Kurdên Dêrsimê û 4 parçeyên Kurdistanê de.
“Em wan ti carî ji bîr nakin”
Rêveberê Navenda Giştî ya Komaleyên Demokratîk ên Elewiyan Pîr Zeynel Kete diyar kir ku 4ê Gulanê rojeke reş e û anî ziman:
“Me komkujiya ku li Dêrsimê hat kirin ji bîr nekir û em di 4ê Gulanê de tên cem hev û bi bîr tînin.
Yên mirine şehîdên me ne, em wan ti carî ji bîr nakin.”
Li gorî zanyariyên nefermî di Komkujiya Dêrsimê de di navbera 13 hezar heta 40 hezar Kurd li Dêrsimê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatin kuştin û bi hezaran kes jî bi zorê hatin koçberkirin, ji cih û warên xwe hatin dûrxistin.
Herwiha bi sedan zarokên ji malbatên xwe hatin cudakirin jî li bajarên Tirkiyeyê li malbatên Tirk hatin belavkirin.
Piştî têkçûna serhildanê, rêberê serhildanê Seyîd Riza û hevalên wî jî 15ê Çiriya Paşîna 1937an ji aliyê Tirkiyeyê ve li Xarpêtê hatin bidarvekirin û cihê gora wan heta îro jî nehatiye eşkerekirin.