Medyaya Tirkiyê: Berpirsê PKKê li Gare canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya Trikiyê ragihand, di operasyoneke Saziya Istixbarata Niştîmanî ya wî welatî (MÎT) de li navçeya Gare ya Herêma Kurdistanê berpirsekî mezin ê PKKê jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê îro Pêncşemê 4ê Gulana 2023 ji zarê çavkaniyên ewlekariyê yên wî welatî ve ragihand ku di operasyoneke MÎTê de berpirsekî PKKê canê xwe ji dest daye.

Di nûçeya AAyê de tê gotin, ku MÎTê li navçeya Gare ya Herêma Kurdistanê Fermandarê PKKê "Ahmet Gûmûş" ê bi nasnavê "Cudî Engîzek" kiriye armanc û ew kuştiye.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, Ahmet Gûmûş Berpirsê Perwerdeyê yê PKKê bûye û li Yunanîstanê perwerdeya leşkerî dîtiye. Herwiha Ahmet Gûmûş demekê jî zêrevanê serkirdeyê PKKê Murat Karayilan bûye.

Medyaya fermî ya Tirkiyê îdia kiriye, Gûmûş demekê li Sûriyê jî bûye û li wê derê berpirsê perwerdeya PKKê bûye.

Di nûçeyê de hatiye gotin, piştî ku MÎTê ew kes xistibû di bin çavdêriyê de, Ahmet Gûmûş li navçeya Gare ya ser bi Amêdî ya Duhokê ve bûye armanca êrîşekê û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

Têkildarî mijarê heta niha ti daxuyanî ji aliyê PKKê ve nehatiye dan.