Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Bexdayê bike û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê dê di demjimêr 14:00 bigihe paytexta Iraqê bajarê Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtinê bike. Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî dê derbarê mijarên eleqedarî Hewlêr û Bexdayê de gotûbê bikin.

Her êvara îro Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê beşdarî di Foruma Iraqê de bike û beşdarî panela bi navnîşana “Herêma Kurdistanê aliyekî çalak di qada niştimanî û navdewletî de” bike.

Her îro di duyemîn û roja dawî ya Foruma Iraqê de ku li Bexdayê birêve diçe, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî behsa siyasetên Iraqê, karên destpêkê û zehmetiyên li pêşiya wî welatî dike.

Di roja yekem a Foruma Iraqê de, Serokê Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn – MERI têkildarî beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê di forumê de ragihand: “Di dawiya forumê de Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê dê bi van gotûbêjan re rûbirû bibin da ku bibînin ka nêrîna wan ji bo paşeroja Iraqê çi ye.”