Fermandeyekî Iraqî: Li Şingalê rewş aram bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî şerê di navbera hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û artêşa Iraqê de li Şingalê derket, hejmareke serbaz û subayên Iraqê serdana Şingalê kirin û gotin ku rewş li wir aram e.

Cîgirê fermandeyê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr got: “Me asayiş û yasa çespandin û me hemû rê vekirin. Ti ziyanek negihiştiye dazgeh û xelkên sivîl. Hêzên me li tevaya bakur asayiş çespandiye.”

Di şerê roja Duşemê yê li Nahiya Sinûnê û Gundê Dûgirê li bakurê Şingalê, ji bilî kuştina serbazekî artêşa Iraqê û şervanekî YPŞê, li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi kêmî ve 701 malbat ji deverê koçber bûn.

Reşîd û malbata xwe zêdeyî 110 kîlometre dûrî Sinûna sînor derbas kirin û li Kampa Çemışko ya li sînorê navçeya Zaxo bicih bûn.

Welatiyê bi navê Reşîd Berakat dibêje: “Şer ne normal bû û ne bi kaleşînkofan bû, tê de doçka û hawin dihatin bikaranîn. Şereke dijwar di nav medeniya de bû."

Malbata Sêvê ligel xwe kelûpelên sereke yên mala xwe anîne û berê xwe dane Duhokê. Şer rawestiya ye, lê ew hêj dudil in.

Koçbera Şingalê Sêvê dibêje: “Em ji Sinûnê tên, li wê derê gelek hêz hebûn û şer hebû. Dever aloz bû û zarokên me jî ditirsiyan. Em careke din reviyan. Dîsa li ser me de ferman hat. Me ti cihek nîne.”

YBŞ , bi qasî 800 çekdar xwe weke parçeyek ji fewca 80î ya Heşda Şeibî dibîne, lê artêşa Iraqê di wê baweriyê de ye ku li gor rêkeftina Şingalê, YBŞ "ne hêzeke qanûnî ye" û divê ji Şingalê derkeve.

Fermandarê Fewca Laleş a Heşda Şeibî li Şingalê Xal Elî derbarê rewşa navçeyê û şerên wê dawiyê de ji Rûdawê re ragihand, ev alozî ji ber nakokiyên navbera artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li ser çawaniya bicihkirina xwe li navçeyê derketiye.

Xal Elî behsa alozî û şerên wê dawiyê yên li Şingalê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û artêşa Iraqê de dike û dibêje, ku divê YBŞ ji PKKê bê veqetandin.

Xal Elî diyar dike, hinek şaşiyên Fewca 80 a Heşda Şeibî ku heman YBŞ ye hene, ew xwedî hin ramanên siyasî ne ku yên sala 2014ê ne, dema ku PKK hat Şingalê û ew perwerde kirin û bîroke da wan.

Fermandarê Fewca Laleşê ya Heşda Şeibî dibêje, YBŞ siyaseteke şaş dimeşîne û divê êdî dest ji wê siyaseta xwe berdin û tekez dike, “Ew nikarin xwe ji vê fikrê rizgar bikin, ew her demekê siaysetekê dikin û heta niha jî li ser vê siyasetê ne. Ebdullah Ocalan di xema wan de nîne lê wêneyê wî bilind dikin, bi hezaran çekdarên PKKê hene û ji sala 1990an ve şer dike û di xema wan de nebûye, lê her xwepêşandanek li Şingalê tê kirin ew wêneyê Ocalan bilind dikin. Pêwîst e ew xwe ji vê fikrê rizgar bikin, ew xaleke nerînî ye û wehmek e li cem YBŞê çê bûye.”

YBŞê di derbarê şer û pevçûnên li Şingalê de ragihand m dûbara dibêjin pirsgirêka Şengal ne leşkerî ye, lê belê siyasî ye û amade ye pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike, lê belê li dijî her êrîşeke leşkerî ya li ser bingeha xweparastinê têdikoşin.