Ava Çemê Zapê rabû û 4 mal di bin avê de man

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde ava Çemê Zapê rabû û 4 mal di bin avê de man.

 

Li Colemêrgê ku doh derdora nîvro baranê destpê kir û bi dirêjahiya şevê jî berdewam bû, bandoreke xirab li jiyana rojane ya welatiyan kir.

 

Ji ber barana zêde ava Çemê Zapê rabû û li gundê Kirikdag ê ser rêya Colemêrg-Wanê 4 malên qiraxa çem di bin avê de man.

 

Aliyên peywendîdar jî bang li welatiyan kirin ku haydar bin û tedbîrên xwe werbigirin.