REWŞA DAWÎ – DAIŞê li nêzîkî Telefer êrişî Pêşmerge kir

Telefer (Rûdaw) - Sibeha îro DAIŞê li gundê Qesabeya Tel Rail li nêzîkî Telferê êrîşî ser çeperên Pêşmerge kir û şer li wî gundî berdewam e. 

Fermandarê HêzêN Pêşmerge li Teleferê Muqedem Nuiman ji Rûdawê re ragihand ku DAIŞê demjimêr 05.15ê  bi hawen û rokêtan êrişî ser çeperên pêşmerge kiriye.

Muqedem Nuiman diyar kir ku niha şer berdewam e û Pêşmerge bi tundî bersiva DAIŞê daye û derbarê ziyanên DAIŞê de jî da xuyakirin ku ziyanên DAIŞê nizanin lê kuştî û birîndarên wê hene.

Ji aliyê din ve peyamnerê Rûdawê jî diyar kir ku balafirên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê çavdêriya liv û tevgerên DAIŞê dikin û alîkariya pêşmerge dikin di şikandina êrişên DAIŞê de.

Êrişan duh destpê kiribûn

Duh sêşemî 3ê Gulanê ji saetên destpêka sibehî de çekdarên DAIŞê dest bi êrişeke berfireh bo ser çeperên Hêzên Pêşmerge li çend eniyan kirin.

 

Çekdarên DAIŞê li eniyên şer ên wek Mexmûr, Guwêr, Başîk, Badoş, Tilsiqof, Xazir û Naweran êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin.

 

Li gor zanyariyên, di êrişa duh  bo ser Tilsiqof de 400 çekdarên DAIŞê beşdar bûn.

 

Hêzên Pêşmerge bi timamî bajarokê Tilsiqofê kontrol kirin û zirarek mezin gihandin terorîstên DAIŞê.

 

Di şerê duh de li Tilsiqof zêdetir ji 40 termên DAIŞê li cihên şer li erdê mane û ketine destê Hêzên Pêşmerge.”