Li Colemêrgê wesayîtek ket Çemê Zapê

 

Colemêrg (Rûdaw) - Li Colemêrgê wesayîtek ket Çemê Zapê; çarenivîsa 5 kesên tê de ne diyar e.

 

Wesayîta ji cureyê Hilux ya ku 5 kes tê de bûn ji gund diçûn Colemêrgê ji bo ku cenazeyê xizmekî xwe ji nexweşxaneyê bînin, li ser rê ji kontrola ajokerî derket û ket Çemê Zapê.

 

Di encama vê bûyerê de Mecid Erçak, Abdilkerim Duman, Hemid Erar, Ali Beyan û Fevziye Beyan tevî pîkabê bi ber pêlên çem ketin û wenda bûn.

 

Piştî ku cendirme û AFAD hatin agahdarkirin, wan li cihê bûyerê dest bi lêgerîna kesên wendabûyî kirin, lê heta niha tu encam jê derneketinye.