Gerîlayê dîmenên wî hatibû belavkirin hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, gerîlayê PKKê Selîm Adiyaman bi nasnavê “Harun Elbak” bi biryara dadgehê hat girtin.

Selim Adiyaman, 27ê Adarê li herêma Zergûza ser bi navçeya Hezexê ya Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve hatibû desteserkirin û bo cendirmeyên Tirkiyê hatibû radestkirin. Dîmenên dema girtina Elbak li ser sosyal medyayê hatibûn belavkirin û hat gotin ku "ji aliyê cerdevanan ve hatiye girtin.”

Selim Adiyaman, piştî karên îfade wergirtinê li Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê, roja 3ê Nîsanê bo Dadgeha Şirnexê hat şandin. Adiyaman bi biryara dadgehê hat girtin û bo Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hat şandin.

Hat zanîn ku malbata wî pêş girtinê bi kurê xwe Adiyaman re hevdîtinek kirine û rewşa wî ya tendirustî baş e.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 27ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di operasyona li herêma Zergûza navçeya Hezexê ya Şirnexê de gerilayekî PKKê bi saxî hatiye girtin.

Li aliyê din baskê çekdarî yê PKKê HPGê ragihand ku Selîm Adiyaman ji aliyê komekê ve hatiye girtin û hatiye radestkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Selîm Adiyaman dema bi tena serê xwe maye neçar bûye dakeve deştê û “bêçek û di rewşeke zehmet de bûye.”

Herwiha HPGê ragihand ku Elbak ji aliyê komekê ve pêşî rastî heqaretan hatiye û piştre jî ew radestî cendirmeyan kirine.