Li Erzirom, Erdexan û Dêrsimê rêya 448 gundan hat girtin

Erdexan / Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erzirom, Erdexan û Dêrsimê ji ber şert û mercên neyinî yên hewayê, rêya 448 gundan hat girtin.

Li Erziromê ji ber berf û bagerê rêya 307 gundan hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Li Erdexanê jî berfa ku dibare û bagera ku dem demî çêdibe di hatin û çûyînê de astengiyê derdixin.

Rêya 10 gundên girêdayî navendê ji ber berfê hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku rêyan vekin dixebitin.

Ji ber berfê îro dibistan girtî ne

Li Dêrsimê jî rêyên 131 gundan ji ber berfê ji hatin û çûyînê re hatin girtin ku ekîb ji bo vekirina wan rêyan dixebitin.

Li aliyê din li navend û navçeyên parêzgeha Dêrsimê ji ber berfa zêde li cihên ku xwendekar tên veguhastin îro dê perwerde neyê kirin û dibistan girtî bin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê îro li seranserê parêzgehê barîna berfê berdewam dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî hefteya borî pileya germahiyê 4 heta 6 pileyan zêde bûye lê li çend parêzgehan barîna berfê didome û bûye sedema zehmetiyan.