Erdhejekê Kelar hejand

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kelarê yê herêma Germiyanê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan rû da.

Erdhej şeva borî derdora demjimêr 00:00an çêbû.

Pişporê Jeolojiyê Mihemed Kemal ji Rûdawê re got, “Pîleya erdhejê 4,5 bû û kûrahiya wê 10 kîlometre."

Mihemed Kemal her wiha diyar kir ku navenda erdhejê herêma Mêxasê ya li rojhilatê Kelarê bû.

Berdevkê Desteya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Îraqê Amir Cabirî jî ji Rûdawê re got:

"Erdhej bi dûrahiya 10 kîlometreyan ji navçeya Xaneqînê çêbûye û pîleya wê 4,2 bû."

Hinek şêniyên herêmê pêwendî bi Rûdawê re kir û wan got ku li derdora Kelarê jî wan hest bi erdhejê kiriye lê "ne pir bi hêz bû."

Li hêla din, hinek dîmenên kêliya erdhejê ji Rûdawê re hatin şandin.