Ajeldarên Wanê ji îsal bihêvî ne: Zivistan gelek baş bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê sala borî ji ber hişkesaliyê ajeldaran ajelên xwe zû xistin govan lê îsal ji ber barîna berf û barana zêde ew bi hêvî ne ku dê bikarin ajelên xwe demdirêj biçêrînin.

Zivistana îsal

Rêveberê Çandinî û Daristanê yê bajêr amaje bi wê yekê dike, çavkaniyên avê ku ji ber hişkesaliyê ziwa bûbûn dê careke din bivejin û çandiniyê jî berhemdartir bike.

Ibrahim Gorentaş, Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Wanê, diyar dike, “Zivistana îsal gelekî baş bû. Li hemû navçeyên me berf bariya û av zêde dibe. Hêvîdarim barîna baranê biharê jî berdewam be û bo cotkaran bibe saleke bi bereket.”

Li gor çavderiyên pisporan li Gola Wanê jî  di asteke bilind de av zêde bûye û bo Cotkar û Ajeldaran metirsiya hişkesaliyê jinav biriye.

Zêdebûna rêjeya ava Gola Wanê

Prof. Dr. Murat Tunçturk, Mamosteyê Fakulteya Çandinî yê Zanîngeha Wanê, dibêje, “Wek hûn dizanin Gola Wanê mezin e û derdorê wê çiyayên bilindin. Berfa çiyan diwerive û li gor sala borî av nêzîkî ji sedî 40 zêde bûye. Ev jî bo cotkaran jî baş e.”

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê sala borî ji ber kêmaviyê zirareke mezin li çandinî û ajeldariyê bû û li Gola Wanê jî ji ber nebûna baranê av 3 metreyan daketibû û ji kîlometreyekê zêdetir vekişiyabû. Vê yekê jî di berhemanîna genim, ceh û nîskan de metirsiyeke mezin çêkiribû.