Bûkên Ukraynî yên Bakurê Kurdistanê banga rawestandina şer dikin
Hewlêr (Rûdaw) – Şerê Ukrayna û Rûsyayê berdewam e û 3 bûkên Ukraynî yên Bakurê Kurdistanê banga rawestandina şer dikin.
Alyona Bedrenyuk ya li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê piştevaniya xwe bo welatê xwe nîşan dide, ku welatê wê ev 9 roj in di bin şerekî giran de ye.
Xemgînî û hêvî
Alyona Bedrenyuk xelka Ukraynayê ye û ligel welatiyekî Amedê zewicî ye. Dayika 4 zarokan e û ev 20 sal in li vî bajarî dijî. Bi dilgiranî ji dûr ve rewşa dayik, bav û kesûkarên xwe yên li Ukraynayê dişopîne. Dîmenên şer wê xemgîn dikin, lê ji berxwedana gelê xwe bi bawer e.
Alyona Bedrenyuk, Bûka Ukraynî, dibêje, “Min niha ev yek fêmkir; mirovên me bi rastî şerker in û qehreman in. Ew ne tenê li benda leşkerên artêşa me ne, ew bi xwe derdikevin kolanan û şer dikin. Ev yek baweriya min bihêztir dike. Ez bi bawer im ku xelkê me dê di vî şerî serkeftî bin.”
Ksenya Kuzu bûkek din a Ukraynî ye li Amedê. Ew û hevjînê xwe berî 3 salan dizewicin û li bajarê Donetsk yê Ukraynayê bicih dibin, lê ji ber egera şer berî mehekê ew bajar bicih hiştine û li Amedê bicih bûne. Ew jî ligel xesûya xwe bi xemgînî rewşa welatê xwe dişopîne.
Sevtap Kuzu, Xesû, diyar dike, “Bûka min li ser televîzyonê nûçeyan temaşe dike . Gelek xemgîn dibe û digirî. Ji bo malbata xwe jî gelek dilgiran e.”
Bav Ukraynî û dayîk Rûsî
Yekaterina Karayıldız jî berî 8 salan ligel welatiyek parêzgeha Semsûrê dizewice û li wî bajarî bicih dibe. Dayika wê Rûs e û bavê wê Ukraynî ye. Şer herî zêde ew xemgîn kiriye ji ber ku ji herdû aliyên şer jî kesûkarên wê hene. Daxwaza wê û hevjînê wê ew e ku şer demildest bê rawestandin.
Yekaterina Karayıldız, Bûka Ukraynî, dibêje, “Di şer de ti kes tişekê bidest naxe. Millet feqîr dibe. Bê bav dimîne û bê mal dimîne. Malbata me li Rûsya ye. Hemû digirîn ji ber ku li Ukraynayê jî kesûkarên me û hevalên me hene.”
Li gor daneyên dawî yên Saziya Amaran a Tirkiyê di sala 2020ê de 18 hezar û 909 jinên biyanî ligel welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zewicîne, ku rêjeya Ukrayniyan di nav wan de ji sedî 5.5 e. Bûkên Ukraynî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dixwazin demildest şerê li welatê wan bê rawestandin û rewş asayî bibe da ku bikarin serdana welatê xwe bikin.