Mesrûr Barzanî: Binpêkirinên li Efrînê nayên qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji şanda Îtîlafê re got, binpêkirinên li Efrînê çêdibin nayên qebul kirin.

Serkirdeyên Kurd li Başûrê Kurdistanê di serî de Serok Barzanî bi zelalî ji şanda Îtîlafa Sûriyê re gotin, ew binpêkirininên li Efrînê çêdibin qet qebul nakin û ew derbarê kiryarên çekdaran de dilgiranin û ew rewşa wî bajarî ji nêzîk ve dişopînin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî  îro Pêncşem 4ê Adara 2021an pêşwazî  li Serokê Îtîlafa Nîştimaniya Sûriyê Nesir Herîrî û şanda pê re kir.

Di civînê de Barzanî ji şanda Îtîlafê re got, binpêkirinên li Efrînê çêdibin nayên qebul kirin û ew derbarê kiryarên çekdaran dilgiranin û divê rê li ber wan binpêkirinan bê girtin.

Serokwezîr Barzanî herwiha got, ew piştgîriya daxwazên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê dikin û hêviya wan ew e ku pirsgirêkên Sûriyê bi awayekî aştiyane bêne çareserkirin, ku mafê hemû pêkhate û gelên Sûriyê têde parastî be.

Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Sûriye û deverê û hewldanên çareser kirina kêşeyên Sûriyeyê hatin nirxandin.

Serokê îtîlafa spasiya Herêma Kurdistan ku li hember gelê Sûriyeyê, daxwazên reva û bi taybetî sedan hezar penaberê Sûrî wergirtiye û di rewşa dijwar de hevkariya wan hatiye kirin.