HRE: 4 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - HREyê ragihand ku êrişekê de 4 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û 12 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê aşkere kir ku yekîneyên wê li dijî çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrişek pêk anîne.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin şervanên HREê ew êriş li bajarokê Mari yê ser bi Ezazê ve pêk anîne û di encamê de jî 4 çekdar hatine kuştin û 12 jî birîndar bûne.

Li aliyê din artêşa Tirkiyê li ser topbaran û êrişên xwe berdewam e li herêma Efrînê.

Li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên ser bi wê ve, gundê Mezin ê ser bi navçeya Şêrwayê ya Efrînê topbaran kirin.