SILÊMANÎ – 6 dezgeh hatin girtin
Silêmanî (Rûdaw) – Li Silêmanî 6 dezgehên ku ne li gor rêbazên tendirustiyê û rêkarên qanûnî dixebitîn, hatin girtin.
Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê ragihand, ji ber ku li gor rêkarên pêwîst ên tendirustiyê nedixebitîn, 6 dezgehên şertaşxane (kuafor) û navendên bedewiyê dane girtin.
Serokê Serperiştiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê Dr. Adil Usman ji Rûdawê re diyar kir: “Dezgehên navborî ji ber ku rêbazên tendirustiyê û qanûnên wê tevnedigeriyan, biryara dadanê hate dayîn.”
Dr. Adil Usman aşkera kir, tevî navendên bedewî û salonên lazerê, 6 dezgeh hatine girtin.
Li gor agahiyên Rûdawê, Asayişa Silêmanî jî, ji bo dadana van dezgehan alîkariya berpirsyaran kiriye.