Sîrwan Barzanî: Leşkerên iraqî li eniya şer nînin

Mexmûr (Rûdaw) - Fermandeyê giştî yê eniya Mexmûr-Guwêrê Sîrwan Barzanî got li pêşiya eniyên şerî de hêzên Artêşa Iraqê nînin.

Fermandeyê giştî yê eniya Mexmûr-Guwêrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand li eniya Mexmûr-Guwêrê çekdarên DAIŞê bi topên hewan êrişî Hêzên Pêşmerge kirin.

Sîrwan Barzanî diyar kir di encama şerê îro li eniya Mexmûr-Guwêrê 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 3 pêşmerge jî birîndar bûne.

Derbarê hêzên Artêşa Iraqê yên ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê derbasî navçeya Mexmûrê li Başûrê bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê Barzanî wiha got: “Artêşa Iraqê li pêşiya ti eniyan şerî nake. Tenê li eniyên Pêşmerge şer dikin hene. Li wan herêman jî xwe diparêzin.”

Bi mebesta pêkanîna operasyona kontrolkirina Mûsilê lîwayeke Artêşa Iraqê derbasî navçeya Mexmûrê bûye û Serpireştê Eniya Mexmûr-Guwêrê Sîrwan Barzanî dibêje, ew hêz bi hevrêziya Hêza Pêşmerge û bi agahdariya Amerîka derbas bûye.

Ji aliyê din ve  Li Eniya Keskê û Eskî Mûsil 400 çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin û şerekî giran derketiye. Çavkaniyên Hêza Pêşmerge dibêjin, 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên wan ketine bin destê pêşmergeyan.